ATENGKIRINA LÎSTKVANAN

Ji ber ku rîskekek bilind a bengîbûnê di gellek lîstikên mercbendiyê da heye, raberkerên lîstikên mercbendîyê divê pêşniyazên cûr bi cûr ji bo parastina lîstikvanan raber bikin.Ew divê wek mînak li Pergala Navendî ya Qedexekirinê (OASIS) bên girêdan. Bi vê sîstemê mirov dikare ji bo parastina xwe di asta federal û jortir da qedexetiya xwe ji cûreya lîstikê ji bo hemî lîstikên bi mercbendiyê yên bi rîska bilindtir daxwaz bike (qedexekirina xwe).  

Eger mirov êdî meyl û meraqek ji bo pêkanîna lîstikên bi merc tunebe, qedexekirina lîstikvanan dikare alîkariyeke girîng be. Her wiha derfet ji bo daxwaza qedexekirina kesên din, di rewşekê da ku mirov gumana wê yekê hebe ku van kesan pirsgirêkeke di têkiliya digel lîstika bi mercbendiyê hene, heye (qedexekirina kesên din).  

Me bersivên bo pirsên herî nasyar û pirrpar derbarê qedexekirina lîstikvanan da berhev kirine.   

Konseya navçeya Darmstadt’ê li eyaleta Hessenê berpirsa OASIS’ê ye. Li vir tu dikarî dest ragihêjî malpera OASIS‘ê.  

 

Qedexekirina lîstikvanan bi çi awayî dixebite?  

Di rewşekê da ku daxwaza qedexekirina lîstikvanan were kirin, navê mirov di OASIS’ê da tê tomarkirin. Ji bo ku qedexekirina lîstikvanan bibandor be, raberker divê seh bikin ku kî dixwaze bilîze û piştra navê wî kesî digel lîsteya Qedexetiyê hevrû bikin. Ev kar wek mnak di babetên kontrolkirina îzna têketinê an di dema navnivîsandina ji bo lîstika Mercbendiya online da pêk tê. Ji ber vê yekê, mirov ji bo lîstikên mercbendiyê yên bi rîska bilindtir hewcetî bi belgenameyeke naskirinê heye.  

Qedexetî ji bo hemî lîstikên mercbendiyê yên bi rîska bilindtir li seranserî Almanyayê derbasdar û bi hitbar e. Yanî kesê ku ji bo lîstika mercbendiya online daxwaza Qedexetiya xwe dike, heta êdî nikare li salûnekê şertbendî bike û berovajî. 

Têbînî: Berovajî hin gotegotan, di rewşekê da ku mercbendiya lîstikvanan pêk hatibe, ti babetek li Lêjneya Schufa’yê nayê tomarkirin. Her wiha dê qedexetiyê ti bandoreke xwe li ser îzna mayînê tuneye. 

 

Çawa qedexetiya lîstikvanan tê daxwazkirin?  

Konseya Navçeya Darmstadt’ê berpirsa rêvebirina OASIS’ê ye. Li wir mirov dikare qedexetiya lîstikvanan bi awayê rasterast bi alîkariya formekê daxwaz bike. Tam bi vî awayî daxwaza qedexekirina lîstikvanan ji aliyê hemî raberkerên lîstikên mercbendiyê pêkan e. Raberker divê daxwaza Qedexetiyê bo OASIS’ê veguhezînin. Derdem ku qedexetî were çalakkirin, kesê têkildar danezaneke nivîskî werdigire.  

Li vir tu rasterast daxwazên OASIS’ê bi dest dixî:  

Li Malpera OASIS‘ê zanyariyên zêdetir û form hene. 
 

Qedexetiya lîstikvanan heya kengî tê sepandin?  

Di rewşekê da ku heyameke demê ya din neyê ragihandin, heyama qedexetiyê salek e. Têkildarî qedexekirina xwe dibe ku heyama demê ya kurttir a herî kêm sê meh were tayînkirin. Kesên têkildar her wiha dikarin heyama qedexetiyê ya dirêjtir, wek mînak pênc sal an bi awayê hetahetayî yanî heta dawiya emr tomar bikin. Îbtalkirina qedexetiyê piştî bidawîhatina heyama qedexetiyê bi daxwaza nivîskî pêkan e.Qedexekirina kesên din hertim bo heyama salekê tê sepandin. 

 

Gelo ez dikarim daxwaza qedexekirina kesên din jî bikim? 

Kesên din jî dikarin qedexetiya lîstikvanan ji bo kesekî daxwaz bikin (qedexekirina kesên din)  

Derbarê qedexekirina kesên din divê hin zanyarî li ser vê yekê hebin ku lîstikvan:  

  • li ber xetera bengîbûna bi mercbendiyê ye, 
  • gelekî zêde deyndar e, 
  • pabendî sozên xwe yên darayî nîne an jî 
  • ji bo hin birrên pere di mercbendiyê da rîsk dike ku li gorî derhat an darayîya wî nînin 

Raberkerên lîstikên mercbendiyê yên bi rîska bilindtir divê di rewşekê da ku kedkar bi xwe bi nîşaneyên navbirî li jor bihesin an ji aliyê Kesên Sêyem va bala wan bo ser vê mijarê were kişandin, kesan qedexe bikin. Kesên Sêyem wek mînak dikarin xizm û kes an jî dost û heval bin. Ew dikarin qedexekirina kesên din her wiha bi awayê rasterast ji OASIS’ê daxwaz bikin û divê belgene guncan pê va bikin ku van pirsgirêkan biselimînin.  

Tu dikarî bersivên bo pirsên nasyar û pirrpar û forma daxwazê li Malpera OASIS‘ê bibînî. Helbet beriya tomarkirina qedexekirina kesên din, kesê têkildar divê ev derfet hebe ku bixwe di vî warî da helwêsta xwe raderbirrîne û ji ber vê yekê ji aliyê Konseya Navçeya Darmstadt’ê va peyama nivîskî jê ra tê şandin.  

 

Qedexetiya Demkurt / Bişkoka Rewşa Awarte 

Raberkerên Mercbendiyên werzîşê yên online, Lîstikên Kazîno (Casino) yên online, Pokera online û lîstikên amûra xwekar a vîrtual li nav Înternetê divê ji bilî vêya qaşo Bişkoka Rewşa Awarte li ber dest dayînin ku kesê têkildar bikare bi rêya wê bilez bo heyama 24 saetan qedexetiya xwe daxwaz bike. Ev Qedexetiya Demkurt bêyî daxwazê bi awayê xwebixwe bi dawî dibe.  

 

Kî divê qedexekirina lîstikvanan raber bike? 

Ji Tîrmeha 2021ê va raberkerên hema bêje temamiya lîstikên Mercbendiyê divê qedexetiya hemûalî raber bikin. Ew bi awayekî vekirî bi vî rengî ne:

  • Raberkerên salûnên Mercbendiyê (xwedî amûrên Mercbendiya pere û kelûpelan) 
  • Sazkirina amûrên Mercbendiya pere an kelûpelan li xwaringehan 
  • Rêxsitina Radestkerên (û navcîyên) Mrcbendiyên werzîşê 
  • Raberkerên Ceribandina Bext û Şansê ku zêdetir ji du caran di hefteyê da tên lidarxistin 
  • Birêveberên Kazînoyan 
  • Navcîyên Mercbendiya Bazirganî 
  • Raberkerên Mercbendiyê di Pêşbirkên Cirîdê (Ajotina Hespan) li nav Înternetê 
  • Navcîyên Mercbendiyê di Pêşbuirkên Cirîdê da 
  • Rêxistina Radestkerên Lîstikên Kazînoyê yên online 
  • Rêxistina Radestkerên Pokerê yên online 
  • Rêxistina Radestkerên Lîstikên Amûra Xwekar a Vîrtual li Înternetê 

Qedexetiya kêrhatî ya lîstikvanan ji bo wergirtina îznên lîstikên Mercbendiyê li Almanyayê li gorî qanûnê pêwîst e.  

 

Eger qedexetiya lîstikvanan kêrhatî û bibandor nebe, divê mirov çi bike?  

Raberkerên amademend û raberkerên online li Almanyayê li gorî qanûnê erkdar in ku li gorî daxwaza, qedexetiya lîstkvanan bisepînin. Û ew divê dane û zanyariyên lîstikvanên xwe beriya her cara beşdariya di lîstikê da digel OASIS’ê hevrû bikin da ku misoger bikin ku kesên qedexekirî nikarin bilîzin.  

Eger raberkerek rêzê li qanûn û rêzikan negire, tu dikarî li dijî wî/wê gilî bikî:  

  • Derbarê Lîstikên Mercbendiyê yên amademend û di cih da, serdana Rêveberiya Ewlekariyê ya Navçeya têkildar (Ordnungsamt der Kommune) 
  • derbarê Lîstikên Mercbendiyê yên online serdana Rêveberiya Hevpar a Lîstikên Mercbendiyê ya Eyaletan (GGL) bike.  Li vir tu dikarî portala zanyariyan a GGL’ê bi dest bixî   

Raberkerên Lîstikên Mercbendiyê yên online ên neqanûnî girêdayî bi sîstema Qedexetiyê nînin. Ji bo êminbûn û ewlehiya baştir heta di lîstikên Mercbendiya onlien ên neqanûnî dibe ku ji bilî qedexetiya lîstikvanan, Sepanên Astengker (Blocking-Apps) bibandor bin. Bijardeyên din eyarkirinên sîstemê li komputer an Jîrefonan in ku destragihîştina bo hin malperan asteng dikin.   

Di vî warî li beşa Alîkarîderên Dîjîtal a me zêdetir bixîwne. 

 

Gelo qedexekirina lîstikvanan bi rastî dikare têkildarî pirsgirêkên Lîstika Mercbendiyê kêrhatî be? 

Qedexetiya lîstikvanan dikare wek amûreke alîkar ji bo filitîna ji Lîstika Mercbendiyê were zanîn. Helbet ji bo serkeftina demdirêj li hemberî pirsgirêkên Lîstika Mercbendiyê, kesê têkildar divê ji bilî vê yekê li dû piştevanî û şêwirînê ji bo xwe be. Bijardeyên alîkariyê yên cûr bi cûr li vir in.