Alîkarî ji pirsgirêkên qimarê - ji bo kesên ziyanbar û xizmên wan

Dikarin dubare pirsgirêkên qimarê çareser bikin.

Xizmetên şêwirmendiyê û dermankirinê bibandor , hene ku ji kesên ziyanbar re alîkarî dikin ku ku alîkariya kesên ziyanbar dikin ku dubare bi awayekê bijîn ku di nav de êdî qimarkirina nabe xala herî giring. Navendên şêwirdariyê bersiva pirsên derbarê metirsiya adet kirinê û herwiha bijareyên çareser kirina kesane didin. Her wiha, ev di lêgerîna Komên xwealîkar û xizmetên din ê şêwirdariyê (wekî şêwirdariya qerdariyê) alîkariyê dikin.

Hemî ev xizmet belaş in. Û: Ev xizmet ser esasa daxwazê, bi nenasî pêk tên û li ser destûra rûniştina we yan zanyariyên krêriya we (şofa) bêbandor e. Hemî şêwirmen di bin qanûna parastina nehêniya da ne û bê alîkariya we nikarin agahiyên peywendîdar bi we ji kesekî re bişînin.

Ji ber ku tevahiya endamên malbatê, hevjîn, heval û xizmên kesên adetkirî ji qimarê di bin bandora adeta wan de ne Bingehên şêwirdariyê ji wan re jî alîkarî û piştgiriyê pêşkêş dikin. Her wiha Komên xwealîkar hevpeyvinên komî ne tenê ji bo qimarkeran, belkî herwiha ji bi taybetî ji bo xizmên adetkerê qimarê jî pêşkêş dike.

Piraniya xizmetên navbirî bi zimanê Elmanya tên pêşkêş kirin. Ji bo kesên ku bi başî bi Ekmanî napeyivin, carna derfeta bikaranîna xizmetên wergerê ji bo şêwirdariyê heye . Di vê babetê de baştire ku destpêkê kesek pêbawer ku li zimanê Elmanî de şarezaye, têkiliya destpêkî li gel navenda şêwirdariyê pêk bîne û li ser derfetên kêrhatî di cihî de agahiyan bihîstine.

Cuda ji xizmetên şêwirdariya şexsî, hûn herwisa dikarin ji xizmetên telefon û an şêwirdariya serxet a belaş û nenas bikar bînin. Hejmara telefonan û têkiliyên berdest dikarin li vir di per sereke malperê de li jorî bibînin.

Bernameya serxet ku bi taybetî ji bo xizmên kesê adetkiriyê qimarê hatiye dîzaynkirin, her weha bernameya „Xelasbûna xizman (EfA)pêşkêş dike“.

Me hinek xalên sereke yê tevgera li ser pirsgirêkên peywendîdar bi qimarê ji bo we amade kirine:

Eger hûn bi xwe qimarê dilîzin:

  • Derbarê rewşa xwe bi kesek pêbawer (endamên malbatê/ heval hevkar) re bipeyivin

  • Hindî ku hûn bikarin rêjeyek kêm ji pere bi xwe re rakin, karta kredîta xwe ji kesê ku hûn ji wî/wê bawer dikin, bidin

  • Rê bidin ku xercên rêkûpêk (kirê, telefon û hwd) bênavber paş standina mûçeyê yekser bi girêbesta demkî ji hesaba we bête rakirin

  • Dilxweşiyek peyda bikin ku ji bo we kêfxweşî be

  • Dest ji her cure qimarekî bikşînin

  • Kontrol bikin ka hûn dikarin xwe ji forma helbijartî ya qimar kirina xwe sînordar bikin

  • Ji Binkeya şêwirê an Koma xwealîkaralîkariyê bistînin

Eger hûn xizmê kesekî ne ku adetî qimarê kiriye :

  • Derbarê rewşa xwe bi kesek pêbawer re bipeyivin. Axaftina meriv baş dike!

  • Li gel xizm û hevalên xwe re pêwendiyê bikin û ev karan bikin ku ji bo we kêrhatî ye

  • Bi xizmên xwe ku qimarê dikin bi zelalî, û bi taybetî li ser nêrînîn xwe bipeyvin. Bi vî rengî encamên ku naxwazin an nikarin li ber bisekinin we tehdît nake (bo nimûne veqetîn)

  • Ji xizmên xwe ku qimarê dikin, pere qere nedin û qet bi xwe jî tu deynekî qebûl nekin. Li şûna wî dereva nekin an berpirsyar nebin ku bi rastî dibe ev bike. Eger ev kar bi rastî pêwîst e, vê demê peymanên zelal û demdar girê bidin

  • Baldariya mercên xwe yê aborî bikin (Bo nimûne hesaba malbatê, rêveberiya xercê malbatê)

  • Ji Binkeya şêwirê an Koma xwealîkaralîkariyê bistînin